Heşt sal di ser referanduma dîrokî ya serxwebûna Kurdistanê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro heşt sal di ser lidarxistina referanduma dîrokî ya serxwebûna Kurdistanê re derbas dibin, ku tê de gelê Kurdistanê bi piraniyek mezin dengê "Belê" da û ev yek wek belgeyeke zêrîn di dîroka neteweyî de hate tomarkirin.
Heşt sal berê di rojeke wek îro de, 25ê Îlona 2017an, gelê Başûrê Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, bi coş û kelecaneke mezin berê xwe dan sindoqên dengdanê da ku di referandumeke dîrokî de biryarê li ser çarenûsa xwe bidin.
Encama dengdanê îradeya piraniya gel nîşan da, ku bi rêjeya %92.7 dengê "Belê" ji bo serxwebûnê dan. Tevî ku heşt sal derbas bûne, referandum hîn jî wek karteke siyasî ya bihêz û belgeyeke bêînakok di destê Kurdan de maye.
Sedemên Lidarxistina Referandumê
Bîrokeya lidarxistina referandumê, ji ber nakokiyên kûr û kevnar ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de derket. Binpêkirina berdewam a destûrê ji aliyê Bexdayê ve, bi taybetî cîbicînekirina Madeya 140an ji bo çareserkirina pirsgirêka navçeyên bi nakok, birîna budceya Herêmê di sala 2014an de, û paşguhxistina prensîbên hevbeşî û hevsengiyê, bûn sedem ku serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê bi pêşengiya Serok Mesûd Barzanî, li alternatîfên din bigere.
Di 7ê Hezîrana 2017an de, di civîneke bi serpereştiya Serok Barzanî û bi beşdariya piraniya aliyên siyasî yên Kurdistanê de, biryar hat dayîn ku roja 25ê Îlonê wek roja lidarxistina referandumê were destnîşankirin. Serok Barzanî, ku wek rêber û pêşengê sereke yê proseyê dihat naskirin, her tim tekezî li ser wê yekê dikir ku mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye ku biryarê li ser paşeroja xwe bide û vê pirsê bi rêyên aştî û demokratîk çareser bike.
Karvedanên Navdewletî û Herêmî
Lidarxistina referandumê rastî dijayetî û zexteke mezin a navdewletî û herêmî hat. Welatên cîran, bi taybetî Tirkiye û Îran, ligel hikûmeta Iraqê, bi tundî li dijî vê pêngavê sekinîn. Herwiha hêzên mezin ên cîhanê, di nav de Amerîka û Brîtanya, bi hinceta ku dê bandorê li şerê dijî DAIŞê bike, daxwaza paşxistina proseyê kirin.
Lê tevî van hemû zextan, serkirdayetiya Kurdistanê li ser lidarxistina referandumê di dema diyarkirî de rijd bû, ji ber ku bawer dikir ev derfeteke dîrokî ye ji bo gihandina dengê aştîxwaz ê gelê Kurdistanê bi cîhanê re.
Roja Dengdanê û Encam
Di sibeha 25ê Îlonê de, welatiyan, bi hemû pêkhateyên xwe yên neteweyî û olî ve, berê xwe dan navendên dengdanê. Li gorî amarên fermî yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê, zêdetirî 3 milyon û 305 hezar kes beşdarî proseyê bûn, ku ev yek dike rêjeya %72ê kesên ku mafê wan ê dengdanê hebû. Di encamê de, %92.73ê beşdaran bi "Belê" deng dan, li hemberî %7.27 ku bi "Na" deng dan.
Bûyerên Piştî Referandumê
Her çend referandum wek destkefteke dîrokî û neteweyî ji bo gelê Kurdistanê hat tomarkirin jî, bûyerên piştî wê ber bi aliyekî nediyar ve çûn. Hikûmeta Iraqê, bi hevkariya welatên herêmî, zexteke mezin a siyasî, aborî û leşkerî xiste ser Herêma Kurdistanê.
Ambargoya asmanî, girtina deriyên sînorî, û di 16ê Cotmeha 2017an de, êrişa leşkerî ya li ser Kerkûkê û navçeyên din ên bi nakok, bû sedema jidestdana nêzîkî %51ê xaka Başûrê Kurdistanê.
Referandum Wek Karteke Bihêz ji bo Paşerojê
Tevî van encamên neyînî, çavdêrên siyasî û pisporên têkiliyên navdewletî hevnêrîn in ku referandum wek belgeyeke dîrokî û karteke siyasî ya bihêz di destê Kurdan de dimîne.
Çavdêrê siyasî Saman Soranî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Gelê Kurdistanê dikare wê kartê wek belgeyeke dîrokî her dem bi kar bîne, ku gelê Kurd heye, referandum kiriye û bi dengê 'Belê' deng ji bo serxwebûnê daye."
Herwiha pisporê têkiliyên navdewletî Perwêz Rehîm jî tekezî li ser rewayiya mafê Kurdan dike û dibêje: "Ev giştpirsî formeke ku tu ji cîhana derve re dibêjî ka tu çi dixwazî... Kurdan ne ji bo mûçe û desthilatê referandum kir, lê ji bo pirseke bi navê serweriya neteweyî deng da, da ku di çarçoveya dewletekê de wê bi cih bîne."
Di heştemîn salvegera vê bûyera dîrokî de, dengê "Belê" yê gelê Kurdistanê hîn jî di guhê dîrokê de deng vedide û wek xewn û armanceke jibîrnekirî ji bo nifşên paşerojê dimîne.