Agir bi baregeha ENKSê ya Amûdê ket û Serokê ENKSê: Ev êrîş îradeya me naşikîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Agir bi baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ya li bajarê Amûdê ket. Di encama şewatê de zerereke mezin a madî çêbû, lê ti ziyanên canî nehatin tomarkirin. Sedema şewatê heta niha ne diyar e.
Xwecihiya Amûdê ya ENKSê îro 25ê Îlonê belav kir, îro serê sibê demjimêr 07:30, dema ku karmendên nivîsgehê derî vekirin, dîtin ku agir bi baregehê ketiye. Di encama şewatê de, beşeke mezin ji kelûpel û amûrên di nav nivîsgehê de bi temamî şewitîn.
Serokê Xwecihiya Amûdê ya ENKSê diyar kir, heta niha sedema şewatê nehatiye zanîn û derbarê bûyerê de lêkolîn didomin.
Şandeya ENKSê serdana baregehê kir
Piştî bûyerê bi çend demjimêran, şandeyeke payebilind a ENKSê serdana baregeha şewitî kir. Di şandeyê de Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl û Serokê Nivîsgeha Karûbarên Xwecihiyên ENKSê Neşet Zaza cih girtin.
Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl tekez kir, armanckirina nivîsgehan nikare vîna karê niştimanî yê ENKSê û hêzên siyasî yên di nav de, rawestîne.
Herwiha got: "Berevajî, ev yek rijdbûna me li ser domandina meşa têkoşînê di xizmeta doza gelê Kurd û mafên wî yên neteweyî yên rewa de zêdetir dike."
Li ser dirêjahiya salên borî, gelek caran nivîsgeh û baregehên ENKSê li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê hatin şewitandin û çalakiyên wan hatin qedexekirin. Berpirsên ENKSê jî, grûpên çekdar ên ser bi PYDê ji van hemû binpêkirinan berpirsyar dibînin.