Li Tel Avîvê otomobîlek teqiya: Hejmarek kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tel Avîvê yê Îsraîlê otomobîlek teqiya û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn. Polîsê Îsraîlê ragihand, derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Televîzyona Kanala 12 a Îsraîlê îro 25ê Îlonê ragihand, di encama teqîna otomobîlekê de li Tel Avîvê hejmarek welatî birîndar bûne.
Li gorî heman çavkaniyê, aliyên fermî yên wî welatî heta niha amara qurbaniyan bi awayekî fermî belav nekirine.
Kanala Îsraîlî li ser zarê polîsan belav kir ku piştî agahdarkirinê, tîmên wan yekser gihîştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirine.
Herwiha hat eşkerekirin ku birîndar ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê ne.
Heta niha, ne Hemas û ne jî ti grûpeke din berpirsiyariya teqînê li xwe negirtiye.
Ev bûyer di demekê de pêk tê ku îro artêşa Îsraîlê ragihandibû, hejmarek mûşek ji aliyê Kerta Xezzeyê ve arasteyî welatê wan hatine kirin. Herwiha duh Çarşemê jî, ji Yemenê çend mûşek arasteyî Îsraîlê hatibûn kirin û di encamê de hejmarek welatî birîndar bûbûn.