Li Soranê Festîvala Çandiniyê: Cotkar berhemên xwe yên herêmî nîşan didin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sêyemîn Festîvala Berhemên Çandiniyê bi beşdariya bi dehan cotkarên herêmê, li Parka Gulanê ya li navenda qezaya Soranê dest pê kir. 

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Soranê Kamaran Husên Mamend ji Kurdistan24ê re ragihand, ev sêyemîn festîvala çandiniyê ye ku li Soranê tê lidarxistin û taybet e bi sînorê Îdareya Serbixwe ya Soranê.

Mamend got: "56 cotkar beşdarî festîvalê dibin, ji bilî wan kompanyayên ku sponsoriya festîvalê dikin." Herwiha da zanîn, ev kompanya jî ji herêma Soranê ne û roleke wan a girîng di pêşxistina samanê ajalan de heye.

Derbarê berhemên ku têne pêşandan, Kamaran Husên eşkere kir, ji 56 cotkarên beşdar, 17 jê hingivvan in, 10 cotkar berhemên tirî, 4 jê bacanên sor û cotkarek jî fistiqên ter tînin. Herwiha wî got, berhemên wek zebeş û titûn jî dê di festîvalê de werin nîşandan.

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Soranê armanca festîvalê jî anî ziman û got: "Me hewl daye ku em di vê festîvalê de balê bikşînin ser pirrengiya berhemên ku li herêmê hene. Em dixwazin cotkaran bi xelkê deverê bidin nasîn û di xizmeta wan de bin."

Tekezî li ser wê yekê jî kir, guherîna keşûhewayê û hişkesaliyê bandoreke mezin li ser berhemên cotkaran kiriye û got: "Ji ber vê yekê, em dixwazin bi rêya projeyên xwe yên navxweyî, handanê bidin cotkaran da ku di karên xwe de berdewam bin."

 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment