Wezareta Çavkaniyên Xwezayî jivanê destpêkirina hinardekirina petrolê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêm Kurdistanê dibêje ku, petrola Herêma Kurdistanê di 48 saetên bê de tê hinardekirin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 25ê Îlona 2025ê) di ragihandinekê de amaje da, “Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Federal piştî lihevkirina sêalî ya di navbera herdu wezaretan û şîrketên hilberînerên petrolê yên Herêma Kurdistanê de, li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li hev kir.”
Wezareta navbirî amaje jî da ku, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di 48 saetên bê tê destpêkirin.
Wezareta Petrolê ya Federal jî her îro di ragihandinekê de amaje da, “Me bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê re li ser dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Cîhanê ya Tirkiyeyê li hev kir.”
Wezareta navbirî mekanîzma hinardekirina petrolê ron kir û got ku, hemî petrola Herêma Kurdistanê radestî şîrketa SOMOyê tê kirin, ew şîrket jî dê bi rêya bendera Ceyhanê hinarde bike sûkên cîhanê, ji bilî petrola mayî ku Herêma Kurdistanê dê li navxwe bi bi kar bîne.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve di ragihandinekê de eşkere kir ku, wan bi Wezareta Petrolê ya Federal û şîrketên petrolê re li ser hinardekirina petrolê li hev kiriye.
Wezareta navbirî amaje jî da ku, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di 48 saetên bê tê destpêkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî her îro li ser lihevkirina petrolê ragihand, “Ev peyman destkeftiya westiyan û bizavên zêde yên tîm û şandên hemî aliyan bûye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa destxweşî li her kesî û bi taybetî jî xelkê xweragir ê Kurdistanê kir û got, “Di vê roja dîrokî de, bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê astengiyeke mezin ji pêşiya dabînkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hat rakirin.”