Mesrûr Barzanî: Em bicîhanîna hemî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tekez dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser lihevkirina sêalî ya hinardekirina petrolê ragihand, “Ev lihevkirin destkeftiya westiyan û bizavên zêde yên tîm û şandên hemî aliyan bûye.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 25ê Îlona 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî, “Lihevkirina îro ya di navbera Herêma Kurdistanê, şîrketên hilberînerên petrolê ligel Wezareta Petrolê ya Iraqê ya Federal û şîrketa SOMOyê de destkeftiya westiyan û bizavên zêde yên tîm û şandên hemî aliyan bûye.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Bi vê pêngavê zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê careke din bi sûka petrolê ya cîhanê ve hatin girêdan.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa destxweşî li her kesî û bi taybetî jî xelkê xweragir ê Kurdistanê kir û got, “Di vê roja dîrokî de, bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê astengiyeke mezin ji pêşiya dabînkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hat rakirin.”
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de jî tekezî li ser bicîhanîna hemî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir.