Teqînek li Rêveberiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Ûrmiyê çê bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rêveberiya Rewşên Awarte yê Parêzgeha Ûrmiyê ragihand, “Di encama teqîna gazê ya li avahiyê Rêveberiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Ûrmiyê de, sê kes birîndar bûn.”
Ajansa ILNAyê ya Nûçeyan îro (Pêncşem, 25ê Îlona 2025ê) ragihand, “Saet 11:09 ê berî nîvroya îro, teqînek li avahiyê Rêveberiya Perwerdeyê ya Parêzgeha Ûrmiyê qewimî û di encamê de sê kes birîndar bûn.”
Serokê Rêveberiya Rewşên Awarte ya Parêzgeha Ûrmiyê Ferzîn Rezazade ragihand, “Ev teqîn ji ber dêrandina gazê û pengiyana wê çê bûye û ne kiryareke terorîstî ye.”
Ferzîn Rezazade eşkere jî kir, “Tîmên awarte û agirvemirandinê bi lez gihîştin cihê wê bûyerê, çareseriyên destpêkî ji bo birîndaran kirin û paşî ew ji bo nexweşxaneyan şandin.”
Navbirî herwesa got, “Di wê teqînê de şewat çê nebûye û rewş di bin kontrolê de ye.”