Îranê pêla 22an a êrîşên mûşekî yên li ser Îsraîlê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, di çarçoveya operasyona "Soza Rastîn 4" de, qonaxa 22an a êrîşên mûşekî ber bi kûrahiya axa Îsraîlê ve dest pê kiriye.
Beşa Peywendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de aşkere kir, îro 6ê Adarê, pêleke nû û berfireh a mûşekan arasteyî Îsraîlê hatiye kirin. Ev operasyon bi dirûşma "Ya Husên bin Elî" hate destpêkirin.
Li gorî daxuyaniyê, Îranê di vê qonaxê de mûşekên xwe yên herî pêşkeftî yên wekî Xurremşehr-4, Xeyber û Fettah bikar anîne. Hat diyarkirin ku armanca van mûşekan çendîn xalên stratejîk ên li "navdilê Îsraîlê" ne.
Ev pêla nû ya êrîşan di demekê de ye, berî çend saetan Berdevkê Supaya Pasdaran Elî Mihemed Nayînî ragihandibû, "dahênan û çekên nû yên Îranê di rê de ne."
Nayînî tekez kiribû, hêzên çekdar ên Îranê ji bo şerekî demdirêj heta "tenbêkirina êrîşkaran" amade ne û heta niha êrîşên wan bi awayekî bi bandor hatine encamdan.
Rageşiya niha piştî wê yekê tê ku danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê yên li Mesqet û Cenevê bê encam man. Di 28ê Sibata borî de, Amerîka û Îsraîlê di operasyoneke hevbeş de li binkeyên serbazî û navendên hestiyar ên Îranê xistin.
Di wê êrîşê de, Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî û hejmarek serkirdeyên bilind ên leşkerî û siyasî yên Îranê hatin kuştin. Piştî vê êrîşê, Îranê bi serperştiya biryargeha "Xatimulenbîya" dest bi zincîreyeke êrîşên mûşekî li dijî Îsraîl û bingehên Amerîkayê kiriye.