Liv û tevgera li deriyê sînorî yê Kapîkoyê kêm bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî destpêkirina şerê di navbera eniya Amerîka-Îsraîl û Îranê de, liv û tevgera li deriyên sînorî yên navbera Tirkiye û Îranê bi giranî kêm bû. Tirkiyeyê ji bo parastina ewlehiyê biryara girtina dergehan ji bo rêwiyan da.

Piştî biryara Enqereyê ya ji bo sînordarkirina geştên rêwiyan, hejmara kesên ku di navbera her du welatan de derbas dibin bi awayekî berbiçav daket. Ev rewş bi taybetî li Deriyê Sînorî yê Kapîkoyê yê li parêzgeha Wanê xwe nîşan dide.

Li gorî daneyên 6ê Adarê, heta niha tenê 7 hezar û 300 kes ji deriyê Kapîkoyê çûnûhatin kirine. Hat ragihandin ku piraniya van kesan welatiyên welatên sêyemîn in ku ji ber rewşa şer ji Îranê derdikevin û vedigerin welatên xwe.

Di salên borî de, bi nêzîkbûna Cejna Newrozê re, bi hezaran welatiyên Îranî ji bo bêhnvedan û kirînê berê xwe didan Tirkiyeyê û bi taybetî bajarê Wanê. Di van deman de li dergehên sînorî qerebalixiyeke zêde çêdibû, lê îsal ji ber şer û girtina sînoran, geştyariya navçeyê bi krîzeke mezin re rûbirû maye.