Apikur: Hinardekirina petrola Kurdistanê dê bazarên enerjiyê yên cîhanê xurt bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Apikurê di beyannameyekê de amaje da ku, hinardekirina petrola Kurdistanê dê bazarên enerjiyê yên cîhanê xurt bike.

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) duhî  (Pêncşem, 25ê Îlona 2025ê) di beyannameyekê de, ji ber peymana sêalî ya hinardekirina petrola Kurdistanê, pesnê rola Serokwezîr Mesrûr Barzanî di biserxistina wê peymanê de da û got, “Destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dê feyde ji bo hemî Iraqiyan hebe.”

Di wê beyannameyê de hatiye ku, şîrketa Apikurê pêşwaziya wê peymana sêalî dike, ku bi rêya ITPyê dest bi hinardekirina petrolê bikin.

Wê herwesa got, “Şîrketa Apikurê pesnê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî da, ji ber pabendbûna wan bi destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya ITPyê.”

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) amaje jî da ku, destpêkirina hinardekirina petrolê dê feyde ji bo hemî Iraqiyan hebe û dê bazarên enerjiyê yên cîhanê xurt bike.

Apikurê herwesa ragihand, “Em pêşbînî dikin ku, hinardekirin di çend rojan de bê destpêkirin.”

 
Fly Erbil Advertisment