Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rawestandineke ku zêdetirî du sal û nîvan, Îro 27ê Îlona 2025an saet 06:50 xulekan, hinardekirina petrola xav a Herêma Kurdistanê ji kêlgeha Pêşabûrê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve ji nû ve dest pê kir. Li gorî rêkeftinê, dê rojane 190 hezar bermîl petrola xav a Kurdistanê li bazaran bê firotin.
Prosesa vekirina boriyê di bin çavdêriya nûnerên Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal a Iraqê de birêve çû.
Destpêkirina hinardekirinê piştî gelek civînên di navbera şandên Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Federal a Iraqê de pêk hat. Di encamê de, rêkeftineke sêalî di navbera her du wezaretan û kompaniyên petrolê yên biyanî de hat îmzekirin. Li gorî vê rêkeftinê, petrola Herêma Kurdistanê dê bi rêya Kompanyaya Somo (Saziya Hinardekirina Petrola Iraqê) bo bendera Ceyhanê bê şandin.
Mesrûr Barzanî: Kêlgehên Herêma Kurdistanê careke din bi bazara cîhanî ve hatin girêdan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê destpêkirina hinardekirinê de li ser tora civakî ya "X" peyamek belav kir û got: "Rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê, kompaniyên hilberîner ên petrolê, Wezareta Petrolê ya Federal a Iraqê û Kompanyaya Somo de, destkefteke ku bi ked û hewldanên mezin ên tîmên hemû aliyan pêk hatiye. Bi vê pêngavê, kêlgehên Herêma Kurdistanê careke din bi bazara petrolê ya cîhanî ve hatin girêdan."
Sûdanî: Em gihiştin rêkeftineke dîrokî
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî roja Pêncşemê, 25ê Îlonê, ev rêkeftin wek "dîrokî" binav kir û ragihand, Wezareta Petrolê ya Federal dê petrola xav a ku li kêlgehên Herêma Kurdistanê tê hilberandin werbigire û bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê hinarde bike.
Sûdanî herwiha diyar kirm, ev pêngav "dabeşkirina dadperwerane ya serwet û samanan misoger dike, çavkaniyên hinardekirinê curbecur dike û veberhênanê teşwîq dike."
Rêveberê Somo: Pêwîstiya Ewropa bi petrola Kurdistanê heye
Rêveberê Giştî yê Kompanyaya Somo Elî Nizar di konferanseke rojnamevanî de ragihand, danûstandinên ji bo gihiştina vê rêkeftinê, 30 mehan dom kirine. Li gorî Nizar, Herêma Kurdistanê dê rojane nêzîkî 240 hezar bermîl petrolê radestî Somoyê bike, lê ji vê hejmarê 50 hezar bermîl ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêmê tê veqetandin.
Elî Nizar bal kişand ser girîngiya petrola Kurdistanê ji bo bazara Ewropayê û got: "Ewropa li şûna petrola Rûsyayê hewceyî petrola Herêma Kurdistanê ye, ew petrol dikare bazara Amerîkaya Bakur û ya Başûr jî vejîne."
Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji 25ê Adara 2023an ve, ji ber gilînameyeke Iraqê li dijî Tirkiyeyê li Dadgeha Navneteweyî ya Bazirganiyê, hatibû rawestandin.