Wezareta Petrolê ya Iraqê: Hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Xurmalê ya Iraqê îro Şemî, 27ê Îlona 2025an, bi daxuyaniyekê ragihand, hinardekirina nefta xav a Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê ji nû ve dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ev pêngav îro serê sibê, di bin serpereştiya Cîgirê Serokwezîran bo Karûbarên Enerjiyê û Wezîrê Petrolê, Heyan Ebdulxenî û bi hevkariya Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê de hatiye avêtin.

Wezaretê destnîşan kir ku prosesa hinardekirinê di saet 06:00ê serê sibê de bêyî ti pirsgirêkeke teknîkî dest pê kiriye û ev yek serkeftina hewldanên hevbeş ên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê de di pêkanîna vê destkefta girîng de nîşan dide.

Herwiha di daxuyaniyê de hat tekezkirin, ev pêşhat "pêngaveke berbiçav e ji bo birêvebirina samanên niştimanî bi ruhê hevparî û hemahengiyê" û dê bibe alîkar ji bo misogerkirina berdewamiya hinardekirina neftê û piştgirîkirina aboriya niştimanî.

 
Fly Erbil Advertisment