Sedat Yurttaş: Divê derbarê zimanê kurdî de gav werin avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Mafnas û Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Sedat Yurttaş, di civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de axivî û bang li komîsyonê kir ku ji bo çareserkirina pirsa Kurdî “bi wêrekî” tevbigere. Yurttaş tekez kir jî, divê hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin û perwerdehiya bi bi kurdî bê misogerkirin.
Yurttaş ji K24ê re bi awayekî zelal daxwaza xwe anî ziman û got: "Divê êdî ti astengî li ber ziman nemînin. Ji dibistana seretayî heya zanîngehê divê perwerde bi zimanê Kurdî bê dayîn. Ji bo vê jî çi astengî hebin, divê ew bên rakirin."
Cîgirê Serokê DÎTAMê bal kişand ser rola girîng a komîsyonê û wiha pê de çû: "Me got divê ev deriyê aştiyê berfirehtir bibe û hûn karibin pêşniyarên xwe hem pêşkêşî parlamentoyê, hem ji raya giştî re û hem jî ji hikûmetê re bikin." Yurttaş da zanîn ku ew li ser wêrekiya komîsyonê rawestiyane.
Yurttaş herwiha amaje bi gavên din ên pêwîst ên ji bo pêvajoya aştiyê kir û got, divê pirsgirêkên kesên girtî û dozên hatine vekirin jî bên çareserkirin û dawî li wan bê anîn da ku rê li ber çareseriyê vebe.
Sedat Yurttaş tekez kir jî, ji bo "pirsa Kurdî ji binî ve çareser bibe", divê zimanê Kurdî hem di qanûna bingehîn (destûr) de, hem jî di qanûnên din de bi awayekî xurt cihê xwe bigire.