Li Akrê werza çinîna zeytûnan dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Akrê, werza çinîna zeytûnan dest pê kiriye û cotkar û karker di nav rezên zeytûnan de mijûlî berhevkirina berhemê xwe ne. Li gorî cotkaran, berhemê zeytûnê îsal li gorî sala borî baştir e û tê payîn ku ji zêdetirî 350 hezar darên zeytûnan ên deverê, bi hezaran ton zeytûn bên berhevkirin.
Proseya çinînê, ku bi keda destan û bi hevkariya karkeran tê kirin, nêzîkî du hefteyan berdewam dike. Nêçîrvan Fayiq ku yek ji karkeran diyar kir, wan dest bi çinîna zeytûnên ji bo tirşiyê kiriye û meha 10-11ê jî dê dest bi çinîna zeytûnên ji bo derxistina zeytê bikin.
Li deverê bi giştî du corên zeytûnan tên çandin; yek jê ji bo xwarin û amadekirina tirşiyê ye û yê din jî ji bo berhemanîna zeyta zeytûnê tê bikaranîn. Berhemê îsal ku bi kalîteyeke baş tê pênasekirin, ne tenê li bazarên Herêma Kurdistanê, lê herwiha li bazarên Iraqê jî xwedî daxwazeke zêde ye.
Salih Omer ku xwediyê yek ji baxêb zeytûnan e diyar kir, berhemê îsal baş e û ew ê zeytûnên xwe bişînin bazarên Kurdistan û Iraqê.
Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Akrê, li deverê zêdetirî 350 hezar darên zeytûnan li ser rûberê 13 hezar donim erdî hene û berhemê salane digihîje nêzîkî 3 hezar tonî. Berpirsên çandiniyê amaje bi wê yekê dikin ku ji ber guncawbûna keşûhewayê, sal bi sal rûberê çandina zeytûnan û hejmara daran li herêmê zêde dibe.