Mesrûr Barzanî ji Serokwezîrê Federal re: Divê ti mûçeyekî îsal neyê windakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Federal ê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di peywendiyeke telefonî de gelek mijarên girîng ên di rojevê de gotûbêj kirin, di nav de destpêkirina hinardekirina petrolê, pirsgirêka mûçeyan, û Projeya Rêya Geşepêdanê.
"Hinardekirina petrolê destkefteke girîng e"
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di peywendiyê de her du aliyan ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê weke "destkefteke girîng" bi nav kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku "ev pêngav di xizmeta hemû welatiyên Iraqê de ye."
Serokwezîrê Federal spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ji bo gihiştina vê rêkeftinê. Li hemberê, Serokwezîr Barzanî jî spasiya hevtayê xwe yê federal kir ji bo rakirina astengiyên li pêşiya rêkeftinê. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha hêvî xwest ku ev rêkeftin rê li ber derxistina yasaya petrol û gazê li Parlamentoya Iraqê veke.
Mûçe û Budceya Herêma Kurdistanê
Serokwezîr Barzanî daxwaz kir ku "pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê bi awayekî bingehîn bê çareserkirin, da ku êdî xelkê Kurdistanê di nava xeman de nemînin." Herwiha tekez kir ku "divê mûçeyên îsal jî neyên windakirin."
Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku di budceya giştî ya federal a sala 2026an de, divê Herêma Kurdistanê para xwe ya budceyê hebe. Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Federal amaje bi hebûna derfetên aborî yên girîng kir ji bo pêkanîna geşepêdaneke berfirehtir li seranserê Iraqê, "ji Besrayê heta Herêma Kurdistanê".
Projeya Rêya Geşepêdanê
Mijareke din a girîng a gotûbêjan, Projeya Rêya Geşepêdanê bû. Hat eşkerekirin ku ji bo vê mebestê, dê di demeke nêzîk de komîteyeke taybet ji Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê bike da ku hemû astengiyên li pêşiya cîbicîkirina vê projeya stratejîk bên rakirin, ku tê payîn bandoreke mezin li ser geşepêdana aborî ya tevahiya Iraqê bike.
Îro serê sibê, piştî rawestandineke zêdetirî du sal û nîvan, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê kir. Di qonaxa yekem de dê rojane 190 hezar bermîl bên hinardekirin û paşê dê ev hejmar bi awayekî gav bi gav heta nêzîkî 230 hezar bermîlan were zêdekirin.