Serok Barzanî û Bafil Talebanî li ser hejmarek mijar civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî îro 27ê Îlona 2025an civiyan.Di civînê de, hejmarek mijarên girîng ên navxweyî û yên Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî zanyariyên ku Kurdistan24ê bi dest xistine, di civînê de mijarên weke ji nû ve hinardekirina petrola Kurdistanê, avakirina kabîneya dehem a hikûmetê, hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, peywendiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNKê de, û rewşa giştî ya Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.

Tê payîn ku piştî civînê her du alî derbarê encamên hevdîtinê de daxuyaniyeke hevbeş ji bo raya giştî belav bikin.

Civîna dawî ya di navbera Serok Barzanî û Bafil Talebanî de, roja 14ê Tîrmeha îsal li Baregeha Barzanî pêk hatibû.

Piştî wê civînê, her du polîtburoyên PDK û YNKê daxuyaniyeke hevbeş belav kiribûn û ragihandibûn ku civîn taybet bû bi nirxandina bûyer û pêşhatan, û gotûbêjkirin

 
 
Fly Erbil Advertisment