Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê pîroz dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo bîranîna damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê peyamek weşand û tê de pîrozbahiya birêvebir û karmendên wê kir û got, “Êzgeyê Dengê Kurdistanê xwedî dîrokeke tijî serwerî û serbilindî ye.”

Peyama Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo salvegera damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê:

Birêvebir û karmendên rêzdar ên Dengê Kurdistanê:

Bi helkefta salvegera 62ê ya damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê, ez germtirîn pîrozbahî pêşkêşî we dikim û ji we re zêdetir serkeftin û pêşketinê dixwazim.

Êzgeyê Dengê Kurdistanê di karwanê medyayî yê Kurdistanê de xwedî dîrokeke tijî serwerî û serbilindî ye û wekî êzgeyeke dêrîn û dengê şoreş, dastan û mêrxasiyên Pêşmergeyên Kurdistanê, xwedî cihekî giran û rêzdar e.

Ez destxweşiyê li hemî karmendên we dikim û hêvî dikim ku, ew her gav ji bo gihandina rastiyan û pêşxistina hizira welatparêzî û bergirîkirina ji mafên gelê Kurdistanê di pêşengiya pêşveçûn û pêşengiyê de bin.

 

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

28.09.2025

 
 
Fly Erbil Advertisment