Mesrûr Barzanî: Rêbera Silametiyê dibe bingeha parastina jiyana welatiyan me

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê merasîma ragihandina Rêbera Silametiyê li dar xist û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê de gotarek pêşkêş kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 28ê Îlona 2025ê) di merasîma ragihandina Rêbera Silametiyê de gotarek pêşkêş kir û tê de got, “Ez destxsweşiyê li Wezareta Navxwe dikim, ji bo bicîhanîna vî karê girîng ku nivîsîn û amadekirina Rêbera Silmaetiyê ye. Ev pêşengî pareke nerîn û stratejiya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye bi niyeta parastina ser û malên welatiyan Herêma Kurdistanê.”
Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Ev rêber dê bibe bingehek ji bo parastina silametiyê di avahî, cihên xwecihbûnê, embar, benzînxane û hemî projeyên ku welatî lê dijîn an jî her roj serederiyê pê re dikin.” Herwesa got, “Armanca amadekirina vê rêberê jî ew e ku, welatî li van deran parastî bin û tu zirarên canî û madî negehin wan û rê li ber rûdana her xeletiyekxeletiyeke teknîkî werebê girtin, ne ku bibe sedema karesatekê û zirarên giranXudê neke karesatek biqewime û zirarên mezin ên mirovî û madî çênebinjê çê bibin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Bi saya şevên bêxew û westiyana karmendên Wezareta Navxwe, hêzên Asayîşê û hêzên din ên ewlehiyê; ewlehî û tenahiya li Herêma Kurdistanê parastî ye û di warê berhingarbûna hemî tawanan de û ji bo parastina welatiyan, me teknolojiya herî baş xistiye xizmet û berdestê polîsên Kurdistanê da ku gelek hêsantir û bileztir bikarin li pey tawanbaran bigerin û wan rûbirûyî qanûnê bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezareta Navxweyî pêşkeftîtirîn teknolojiya û alavên rizgarkirin û agirvemirandinê ji bo tîmên bergiriya şaristanî dabîn kirine, lê bê guman tiştê ji van alavan girîngtir ew e ku em çawa pêşiyê li rûdana karesatan bigirin û danana sînoran ji bo bûyerên nexwestî û şewatan û mezinbûna wan. Ev yek jî dê bi rêya pabendbûna bi rênimayan û Rêbera Silametiyê be, ku divê bi tevahî bên şopandin û bi tevahî bên bicîhanîn.”
Tê nûkirin...