Mesrûr Barzanî: Kurdistan di hemî sektoran de pêşketiye

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê merasîma ragihandina Rêbera Silametiyê li dar xist û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê de gotarek pêşkêş kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 28ê Îlona 2025ê) di merasîma ragihandina Rêbera Silametiyê de gotarek pêşkêş kir û tê de got, “Ez wekî derfet dibînim ku amajeyê bidim pêşengî û projeyeke din a girîng a Wezareta Navxwe, ku bûye sedema kêmkirina rûdanên trafîkê û parastina canê bi hezaran welatiyan. Ew jî danan kamerayên tomarkirina lezatiyê ye.”

Mesrûr Barzanî herwesa ragihand, “Wezareta Navxwe bi hizir û stratejiyeke zelal dest bi bicîhanîna wê projeyê kiriye.” Herwesa got, “Li wan cihên ku ew proje bi tevahî tê bikaranîn, di salekê de rûdanên trafîkê bi rêjeya 50% kêm bûne û mirin û birîndarbûnên giran jî zêdetirî 60% kêm bûne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Ew proje herwesa bûye sedema kêmbûna zirarên mezin ên darayî ji bo welatiyan, ku pêştir ji ber rûdanên trafîkê tûş dibûn, ji bilî wan zirarên zêde yên ku digihîştin cade û projeyên hikûmetê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Kurdistan di hemî sektoran de pêşketiye û ev hejî destxweşiyê ye e û em hemî bi wan pêşketinên, ku em li Kurdistanê dibînin, serbilind in.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Lê divê em xwe jî bi wan pêşketinan re biguncînin û asta Kurdistanê nêzîkî standardên navneteweyî bikin û wesa bikin ku, Kurdistan û welatiyên wê çend ji pêşketin û teknolojiyê feydeyî werbigirin, hind jî ji xetereyan parastî bin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment