Mesrûr Barzanî xelata rêzlêgirtinê pêşkêşî Lijneya Amadekirina Rêbera Silametiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xelata rêzlêgirtinê pêşkêşî serok û endamên Lijneya Amadekirina Rêbera Silametiyê kir, ku îro ji aliyê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin.
Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 28ê Îlona 2025ê) merasîma ragihandina Rêbera Silametiyê li dar xist.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî tevlî wê merasîmê bû, di çarçoveya wê de gotarek pêşkêş kir û paştir xelata rêzlêgirtinê pêşkêşî serok û endamên Lijneya Bilind a Amadekirina Rêbera Silametiyê kir, ku ji çar salan zêdetir mijûlî amadekirina wê rêberê bûn.
Ew kesên ku ji hêla Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatin xelatkirin ev in:
1. Şêwirmendê Qanûnî yê Wezareta Navxwe Dr. Samî Celal.
2. Emîd Mafperwer Remezan Mistefa Çelebî.
3. Rêveberê Peymangeha Bergiriya Şaristanî Emîd Mafperwer Tehsîn Şero Ehmed.
4. Emîd Mafperwer Ehmed Arif Silêman.
5. Nûnerê Encûmena Wezîran û Endamê Lijneyê Endazyarê Mekanîkê Hisên Mihemed Qadir.
6. Endamê Lijneyê û Endazyarê Rêveberiya Giştî ya Xwecihîtiyê li Wezareta Navxwe Endazyarê Şaristanî Qehtan Celîl Yehya.
7. Endamê Lijneyê û Endazyarê Rêveberiya Giştî ya Rêveberiya Xwecihîtiyê li Wezareta Navxwe Endazyarê Mekanîkê Omêd Namiq Mehmûd.
8. Endamê Lijneyê û Endazyar li Parêzgeha Hewlêrê Endazyarê Elektrîkê Aho Ebdila Hemeşîn.
9. Birêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe û Endamê Lijneyê Dr. Hêmn Mîranî.