Xwecihiya Efrînê ya ENKSê banga vegerandina xwendina bi zimanê kurdî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), bi bangewaziyekê daxwaz ji Rêveberiya Demkî ya nû ya bi serokatiya Ehmed Şera kir ku biryara rawestandina hînkirina zimanê Kurdî li dibistanên herêmê jinûve binirxîne û vî mafî vegerîne.
Di bangewaziyê de, ku roja 27ê Îlonê hatiye belavkirin, hat destnîşankirin ku zimanê zikmakî li gorî peymanên navdewletî û rêxistina UNESCO mafekî bingehîn ê mirovan e. Herwiha diyar kir jî, zimanê Kurdî di serdema Rêveberiya Xweser de û piştre di bin sîwana Hikûmeta Sûrî ya Demkî de heta sala 2024an bi awayekî fermî dihate xwendin û di vî warî de gavên girîng hatibûn avêtin, wekî vekirina enstîtuyeke taybet ji bo amadekirina mamosteyên Kurdî li Zanîngeha Efrînê.
ENKSê da zanîn, lê belê, piştî guhertinên siyasî yên dawî, hînkirina zimanê Kurdî li deverên piraniya wan Kurd in, wek Efrînê, hatiye rawestandin.
ENKSê ev pêngav wek dijberî prensîbên şoreşa Sûriyeyê, ku banga azadî, rûmet û edaletê dikir û herwiha dijberî rêzgirtina ji pirrengiya çandî û zimanî ya Sûriyeyê re binav kir.
Wek çareseriyeke demkî, Xwecihiya Efrînê ya ENKSê pêşniyar kir ku heta lihevkirinek li ser bernameya nû û yekgirtî tê kirin, pirtûk û bernameyên Kurdî yên ku berê dihatin bikaranîn, cardin werin pejirandin.
Di dawiya bangewaziyê de, ENKSê tekez kir, vegerandina xwendina zimanê Kurdî ne tenê bersivdayîna daxwazeke rewa ye, lê di heman demê de gaveke girîng e ji bo xurtkirina hevgirtina niştimanî û pêkanîna nirxên ku hemû gelê Sûriyê ji bo wan têkoşiyaye.