Mesrûr Barzanî: Ji bo parastina can û malê welatiyên me, me Rêbera Silametiyê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, "Rêbera Silametiyê" beşek ji stratejiya giştî ya hikûmetê ye ji bo bilindkirina asta jiyana welatiyan bi awayekî baştir û parastîtir.
Bi çavdêrî û amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, îro 28ê Îlonê bi fermî "Rêbera Silametiyê" hat ragihandin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya "X" nivîsî: "Îro, di çarçoveya hewlên me yên berdewam de ji bo parastina can û malê welatiyên me, me Rêbera Silametiyê ragihand."
Barzanî diyar kir, ev pêngav parçeyek ji stratejiya hikûmetê ye ji bo xizmetkirina welatiyan û misogerkirina jiyaneke aram û ewle ji bo wan.
Di merasîma ragihandinê de, Serokwezîr Barzanî xelata rêzgirtinê pêşkêşî serok û endamên Lijneya Bilind a Amadekar a "Rêbera Silametiyê" kir. Hate zanîn ku ev lijne zêdetirî çar salan bû li ser amadekirina vê projeya girîng dixebitî.