Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê: Nîşangirê Cobarê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê girtina Ela Xesab Sûdî, ku bi navê "Nîşangirê Cobarê" tê nasîn, ragihand. Ev nîşangir di dema rejîma berê ya Beşar Esed de tevlî tawanên li dijî welatiyên sivîl bûbû.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê di postekî de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê ragihand, "Fermandariya Ewlekariya Navxweyî li parêzgeha Derayê, piştî çavdêrî û şopandineke berfireh, karî tawanbar Ela Xesab Sûdî, ku bi navê "Nîşangirê Cobarê" tê nasîn, bigire, ku di dema rejîma berê de tevlî tawanên mezin ên li dijî welatiyên sivîl bûbû.”
Wezareta navbirî amaje jî da, "Lêkolînan eşkere kiriye ku, ew tevlî şerên taxa Cobarê ya Şamê bûye, ji bilî çend şeran li nav parêzgeha Derayê ku yê herî dawiyê jî şerê Tefsê bû, di encamê de destê wî hat qutkirin.”
Her wê çavkaniyê eşkere jî kir ku, lêkolînan tevlîbûna wî di perçekirina termên qurbaniyan û şanazîkirina bi wêneyên xwe yên belgenameyî piştrast kir, ku çekên cuda cuda hilgirtine.”
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê tekez jî kir, "Fermandariya Ewlekariya Navxweyî li parêzgeha Derayê dê berdewam hemî wan kesên ku tevlî kiryarên tawanbarî bûne bişopîne û dê rêkarên qanûnî li dijî wan bi kar bîne, ji bo misogerkirina ji xizmetkirina dadwerperiyê.”