Dihok bizavê dike careke din bibe paqijtirîn bajarê Kurdistan û Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgehên têkildar ên parêzgeha Dihokê kampayna paqijkirina jîngehê berdewam dikin. Heta niha piraniya cihên geştyarî û cadeyên sereke û yên din û derdorên bajarê Dihokê hatine paqijkirin, ku merem jê diyarkirina rûyê xweşik û şaristanî yê bajarê Dihokê ji bo geştyar û welatiyên biyanî ye û Dihok careke din wekî paqijtirîn bajar li seranserî Herêma Kurdsitanê û Iraqê bê nasîn.
Pitirya cadeyên Dihokê hatine paqijkirin. Avêtina bermayîkan ji nav timbêlan bo ser cadeyan cezayê xwe heye; ji yek milyon dînaran dest pê dike heta digihîje sê milyon dînaran. Herwesa ew ceza ji bo dûkela ku ji timbêlan derdikeve jî tê bicîhanîn.
Birêvebiriya Trafîkê ya Parêzgeha Dihokê çavdêriya bicîhanîna rênimayan ji aliyê şofêr û rêwiyan ve dike. Welatî jî dikarin bibin çavdêr; her binpêkirineke rênimayên parastina jîngehê bibînin, dikarin bi rêya hejmareke taybet telefonê Birêvebiriya Trafîkê haydar bikin.
Efserê Birêvebiriya Trafîkê ya Dihokê Şivan Îhsan ji K24ê re ragihand, “Em wekî Birêvebiriya Trafîkê ya parêzgeha Dihokê bi efser û polîs ve van rewşan dişopînin ji bo ku em zêdetir jîngeha xwe biparêzin. Her şofêrekê zêdegaviyekê bike û jîngehê têk bide, tê şopandin.”
Şivan Îhsan amaje jî da, “Xelk jî dikare bi me re alîkar be ji ber ku me hejmareke taybet a Whatsappê heye. Her zêdegaviyeke ew bibînin, ew dikarin vîdyo bikin ji me re bişînin û em dê bişopînin.”
Ev zêdetirî heftiyekê ye ku kampayneke berfireh a rakirina bermayîkan û paqijkirinê li Dihokê û derorên wê brdewam e. heta niha zêdetirî çar hezar tonên bermayîkan hatine rakirin. Li gorî rênimayên nû yên paqijkirina jîngehê, divê xwediyên mezrayan li dem û cihên destnîşankirî bermayîkên xwe danin, ku ji aliyê dezgehên peywendîdar ve hatine diyarkirin.