Mesrûr Barzanî sersaxî ji Ayetula Elî Sîstanî re xwest

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de ji Lêvegerê Bilind ê Şîeyan li Iraqê Elî Sîstanî re sersaxî xwest, ji ber wexera dawiyê ya hevjîna wî.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 29ê Îlona 2025ê) peyamek parve kir û tê de ji Lêvegerê Bilind ê Şîeyan li Iraqê Elî Sîstanî re sersaxî xwest, ji ber wexera dawiyê ya hevjîna wî.
Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye gotin, “Ji ber wexera dawiyê ya hevjîna Semaheta Ayetula Uzma Seyîd Elî Sîstanî, em ji dil sersaxiyê ji cenabê wî re dixwazin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Em ji Xudayê mezin dixwazin ku kesa wexerkirî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bi Semaheta Ayetula û kesûkarên wî bide.”
Nivîsîngeha Necefê duhî (Yekşem, 28ê Îlona 2025ê) nûçeya wexera dawiyê ya hevjîna Lêvegerê Bilind ê Şîeya li Iraqê Elî Sîstanî belav kir.
Li gorî wê ragehandinê, merasîma binaxkirina cenazeyê hevjîna Sîstanî dê îro (Duşem, 29ê Îlona 2025ê) seet 08:00 li Mizgefta Tûsiyê û behiya wê jî dê li Mizgefta Xezrayê bê lidarxistin.