Alîkariya darayî ya Mesrûr Barzanî li ser rizgarbûyîyên destê DAIŞê tê belavkirin

Îman Ebdila
Îman Ebdila

Navenda Nûçeyan (K24) - Zêdetirî sê hezar Êzidiyên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne ji projeya alîkariya darayî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî feydeyî werdigirin, herwesa ew proje xwendina belaş bêyî şert û mercên girêdayî jiyê wan û piştevaniya derûnî jî vedigire.

Serpereştiyara Projeyê Îman Ebdila ji Kurdistan24ê re ragihand, “Me îro li Şêxanê dest bi belavkirina alîkariyên mehên Tebax û Îlonê yên rizgarbûyîyên destê DAIŞê kir, ku ji hêla Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatine dabînkirin.”

Îman Ebdila amaje jî da, “Ev proje di Tebaxa 2024ê de hatiye destpêkirin û heta niha jî berdewam e. Sê hezar û 575 kes ji alîkariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî feydeyî werdigirin û hejmara wan zêde dibe, heta ew kesên li derveyî welatî jî dikarin ji vê alîkariyê feydeyî werbigirin û dikarin zanyarên xwe bi rêya lînkekê tomar bikin.”

Serpereştiyara Projeyê herwesa got, “Ji piştî ragihandina wê alîkariyê ve, 15 kesên din hatine rizgarkirin û navên wan di nav wê lîstê de nebûn ya ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatibû pêşkêşkirin, lê niha navên wan kesên ku di salên 2024 û 2025an de jî hatine rizgarkirin hatine pejirandina û dê alîkariyên wan herdu mehan werbigirin.”

Serpereştiyara navbirî tekez jî kir, “Ev proje ne tenê piştgiriya darayî, lê piştgiriya xwendinê jî vedigire û rizgarbûyî dikarin ji xwendina belaş feydeyî werbigirin.”

Îman Ebdila eşkere jî kir, “Heke jiyên wan mezintir jî bin, dê wekî rewşeke taybetî serederî pê re bê kirin û ew dikarin li dibistanan bixwînin. Ev proje ne tenê dibistanan, lê zanîngehan û xwendina bilind jî vedigire.”

 
 
Fly Erbil Advertisment