Weqfa Îsmaîl Beşîkçî: Dermankirina mamoste dê li Beşa Asayî bidome

Diyarbekir (K24) – Derbarê rewşa Nivîskar û Civaknas Îsmaîl Beşîkçî de hat ragihandin, rewşa wî ber başiyê ve diçe û tê pêşbînîkirin ku rojên pêş de bo beşa asayî ya nexweşxaneyê were veguhestin û dermankirina wî li wê derê bidome. Her wiha li ber Naxweşxaneya Zankoya Dîcleyê xaleke serdanê bo heskiriyên Îsamîl Beşîkçî hatiye danîn û kesên tên serdanê jî li ser deftera bîranînê derbarê Îsmaîl Beşîkçî de hestên xwe dinivîsin.
Ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve derbarê rewşa Îsmaîl Beşîkçî de daxuyaniyek hat parvekirin û hat amajekirin rewşa Îsmaîl Beşîkçî ber bi başiyê ve diçe, hêdî hêdî laşe wî ser xwe ve tê, aliyê wî yê rastê ku giran bibu hêdî hêdî dîsa hêza xwe kom dike, axaftina wî ber bi başiyê ve diçe, tê pêşbînîkirin ku demeke nêz de bo beşa asayî were veguhastin û dermankirina wî ya fîzîkî li wê derê berdewam bibe û bo pêvajoya dermankirina fîzîkî jî divê bo wî pisporek nexweşnêriyê amade be.
Li aliyê din jî heskiriyên Îsmaîl Beşîkî bi awayeke berdewam serdana Nexweşxaneya Zankoya Dîcle dikin û li rewşa wî dipirsin.
Li xala ku taybet bo serdana heskiriyên Îsmaîl Beşîkçî hatiye dirustkirin defterek bîranînê jî hatiye danîn û kesên tên serdanê jî li ser wê defterê nêrîn û hestên xwe bo Îsmaîl Beşîkçî dinivîsin.
Weqfa îsmaîl Beşîkçî spasnameyek bo kesên pirsa Îsmaîl Beşîkçî kirine jî parve kir:
“Dilê Gelê Me Bi Mamosteyê Wî Re Lêdide!
Piştî ku mamosteyê me yê ezîz İsmail Beşikci li nexweşxaneyê razandin di serî de raya giştî ya Kurd, bi sedan dost û hezkiriyên mamoste hem hatin nexweşxaneyê hem jî bi riyên ragihandinê yên din xwe giyandin rayedarên weqfa me û xemginiya xwe anîn ziman û hêvîyên xwe yê hevkarî û piştgiriyê ragihandin.
Di serî de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên hikumeta Kurdistanê,
Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, Serokê Giştî yê BDPê Keskin Bayindir, Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê KKPê Sinan Çiftyürek, PDK-Bakur Sertaç Bucak, Berdevka HDKê Meral Danış Beştaş,
Mebûsê CHPê Sezgin Tanrıkulu, Mebûsên DEM Partiyê Cengiz Çandar û Serhat Eren, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Doğan Hatun, gelek hevşaredarên navçeyên Amedê, rayedar û endamên HAKPAR û PWKê; Rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kurd; Di serî de Odeya Tabîban a Amedê û sazî û dezgehên sivîl yên Amedê; Ekîba tenduristiyê ya ku tedawiya mamoste dike û gelek hekîmên din ên bîzat hatin bi mamoste re eleqedar bûn û gelên ji deverên dûr geriyan gotin em amadene ji bo mamoste bibin alîkar; Bi sedan endam û nûnerên partî, saziyên sivîl ên civakî û hezkiriyên mamoste İsmail Beşikci ku li vir ne mimkun e em navên wan rêz bikin hatin ber nexweşxaneyê, hêviyên xwe yên ji bo başbûna mamaste Beşikci û hezkirina xwe anîn ziman...
Di serî de Ewropa, li çar hêlên dinyayê hezkiriyên mamoste digerin û rewşa wî dipirsin. Her wisa li ser medya civakî bi hezaran dostên mamoste hest û hezkirina xwe parve dikin.
Dawî nûnerê weqfa me yê Amedê Nezîrê Cibo û xebatkarên weqfa me çi ket ser milê wan pêk anîn.
Wek Serok û Rêveberiya Weqfa İsmail Beşikci em ji hemûyan re spasiyên xwe pêşkêş dikin. Em di vê baweriyê de ne bi saya dua û hêviyên me gişan ên jidil, mamosteyê me wê dîsa bigijihe tenduristiya xwe ya berê û wê careke din bi me re be.”