Patriyark Mar Awa pesnê pêkvejiyana Herêma Kurdistanê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanî Nêçîrvan Barzanî îro 29ê Îlonê pêşwazî li Patriyarkê Pîroz Mar Awa, Patriyarkê Dêra Rojhilatî ya Asûrî, û hejmarek ji metranên vê Dêrê ji Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa Dêra Rojhilatî ya Asûrî û şopînerên wê li Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê hat gotûbêjkirin. Herwiha ronahî dan li ser rewşa pêkhateyên olî, azadiyan û bi taybetî azadiya olî li Herêma Kurdistan û Iraqê.

Patriyarkê Pîroz Mar Awa behsa Konferansa Bîranîna 1700 Salî ya (Civata Nîqiyayê) kir ku sê rojên borî li Hewlêrê hatibû lidarxistin. Herwiha her yek ji metranan bi kurtî li ser Dêra xwe li welatên cîhanê pêşkêş kirin û pesnê jiyana hevbeş, hevdû qebûlkirin, aramî û ewlehiya li Herêma Kurdistanê dan.

Ji aliyê xwe, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel ku kêfxweşiya xwe ji lidarxistina çalakiyên Dêra Rojhilatî ya Asûrî li Hewlêrê anî ziman, spasiya wan kir ku salane di çarçoveya kar û bernameya xwe de, jimareyek ji ciwanên derveyî welat ji bo serdan û naskirina welat û çanda xwe tînin Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi çanda jiyana hevbeş, hevdu qebûlkirin û lêborîna di navbera pêkhateyan de dike û wê her dem parêzvanê maf û azadiyên hemûyan be.

Pêşkêşkirina çendîn nêrîn û têbîniyên cihê li ser jiyan û rewşa pêkhateyan li Herêma Kurdistan û Iraqê, babeteke din a civînê bû.

 
Fly Erbil Advertisment