Alîkariya darayî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî digihêje zêdetirî 3500 rizgarbûyên Êzidî
Dihok (K24) – Di çarçoveya projeyeke mirovî de ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatiye destpêkirin, belavkirina alîkariya darayî ya mehane (minhe) li ser Êzidiyên ku ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar bûne, berdewam dike. Heta niha zêdetirî 3500 rizgarbûyan ji vê projeyê sûd wergirtine.
Ev proje, ku ji Tîrmeha sala 2024an ve ketiye warê cîbicîkirinê, bi mebesta piştgiriya darayî û derûnî û sivikkirina barê giran ê li ser milê rizgarbûyan hatiye destpêkirin. Alîkarî her meh li çend navendên li parêzgeha Dihokê, wekî Şêxan, Şarya, Xankê û Dêrebûnê, tê belavkirin.
Serperiştyara Projeyê Îman Ebdullah ji K24ê re ragihand, projeyê heta kesên li derveyî welat jî li xwe girtiye û got: "Rizgarbûyên ku li derveyî welat in dikarin bi rêya wekîlên xwe vê alîkariyê werbigirin. Herwiha, me navê 15 kesên ku di salên 2024 û 2025an de nû hatine rizgarkirin, li lîsteyê zêde kiriye û ev nîşan dide ku proje berdewam e."
Ji aliyê xwe ve, rizgarbûyan kêfxweşiya xwe bi vê pêngavê anîn ziman. Nesrîn Mehmûd, yek ji rizgarbûyan, diyar kir: "Bi rastî gelek alîkariya me hatiye kirin. Ev ne tenê alîkariyeke madî ye, lê tiştekî sembolîk û giring e ku nîşan dide hikûmet li pişt me ye û me ji bîr nake."
Serokê Binkeya Lalişê Seîd Cerdo jî bal kişand ser zilm û zordariya ku li ser civaka Êzidî hatiye kirin û vê projeyê wek gaveke girîng ji bo sivikkirina êş û azarên rizgarbûyan bi nav kir.
Tê payîn ku ev proje di pêşerojê de berfirehtir bibe û hemû rizgarbûyên nû jî li xwe bigire, da ku piştgiriyeke demdirêj ji bo vê birîna kûr a civaka Êzidî were dabînkirin.