Çiftyurek rexne li komîsyonê girt: Çima navê Kurd tê de tune ye?
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çiftyurek, pêvajoya aştiyê û xebatên komîsyona parlamentoyê nirxand û da zanîn ku ev pêvajo "pêvajoyeke derbasbûnê ye" û divê bi gavên yasayî yên berbiçav were xurtkirin. Herwiha rexne li navê komîsyonê girt ku ji bikaranîna peyva "Kurd" dûr disekine.
Çiftyurek îro 29ê Îlonê di beşdariya bultena nûçeyan a K24ê de, destpêkê kêfxweşiya xwe ji ber başbûna rewşa tenduristî ya dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkçî anî ziman.
Derbarê Komîsyona "Hêvgirtina Demokratîk û Biratiyê" de, Çiftyurek got, komîsyonê guh daye gelek sazî û kesayetên sivîl, lê navê komîsyonê bi xwe kêmasiyeke mezin e. Çiftyurek pirsî: "Gelo dibe ku hûn behsa çareseriya pirsa Kurd bikin, lê navê 'Kurd' tê de nebe?" û destnîşan kir ku ev yek ji daxwaza dayikeke Kurd a ji bo axaftina bi zimanê xwe dûr e.
Parlamenterê DEM Partiyê daxwaz kir, parlamento gavên bilez û yasayî bavêje û wiha axivî: "Divê Qanûna Dijî-Terorê (TMK) û Qanûna Cezayê ya Tirkiyê (TCK) werin guhertin. Divê qeyûm ji ser şaredariyan rabin, hevşaredarên me werin berdan û li ser bingeha 'mafê hêviyê' girtî ji zindanan derkevin."
Çiftyurek amaje bi wê kir, gelê Kurd ev sed sal in ji bo çareseriyeke siyasî û sivîl têdikoşe û got: "Pirsa Kurd, pirsa neteweyekê, erdnîgariyek û navek e. Heta ku ev nav neyê qebûlkirin, çareserî pêk nayê. Pirsgirêk ne tenê ya PKKê ye, pirsa Kurdan e û divê wek pirsa Kurdistanê were dîtin û çareserkirin."
Di dawiyê de, Sînan Çiftyurek tekez kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê, divê dewlet gavên erênî bavêje û çarçoveyeke yasayî û hiqûqî ji bo çareseriyê ava bike.