Herêma Kurdistan navenda pêkvejiyana aştîyane ya hemû ol û pêkhateyan e
Dihok (K24) – Herêma Kurdistan, bi hebûna cih û warên pîroz ên ol û baweriyên cuda li kêleka hev, weke modeleke serkeftî ya pêkvejiyana aştîyane di Rojhilata Navîn de derdikeve pêş. Nûnerên pêkhateyên Êzidî û Ermenî tekez dikin, Kurdistan ji bo wan penageheke aram e û ew bi azadî rîtuelên xwe yên olî pêk tînin.
Li Perestgeha Lalişa Nûranî, ku cihê herî pîroz ê Êzidiyan e, Mîr Hac ku oldarekî Êzidî ye şanaziyê bi çanda pêkvejiyanê ya li Kurdistanê dike û dibêje: "Kurdistan welatê me hemûyan e. Em hemû pêk ve dijîn." Mîr Hac amaje bi wê yekê jî dike ku bi taybetî li devera Şêxanê, bi salan e ti pirsgirêk di navbera Êzidî û Misilmanan de derneketiye, ku ev yek nîşana kûrahiya vê çandê ye.
Li parêzgeha Dihokê, ku hejmareke mezin ji pêkhateyên olî û neteweyî lê dijîn, civaka Ermeniyan jî hest bi heman aramiyê dike. Kesayetiyê diyar ê Ermeniyan e Yerwanît Nîsan li dêra Ermeniyan a li Dihokê dibêje: "Me nedîtiye kesek zordariyê li me bike. Berevajî, xelkê herêmê em hembêz kirine. Pêkvejiyan li vir hebû û heta niha jî berdewam e." Ew tekez dike ku Ermenî, Kurdistanê weke mala xwe dibînin.
Kultura pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê ne tenê di gotinan de, di heman demê de di realîteyê de jî xuya ye. Li gorî amarên fermî, tenê li parêzgeha Dihokê nêzîkî 1150 mizgeft, zêdetirî 108 dêr û bi dehan perestgehên Êzidiyan hene, ku hemû jî bi awayekî azad û bê pirsgirêk ji aliyê bawermendan ve tên bikaranîn.
Ev rewşa aram û çanda lêborînê, Herêma Kurdistanê kiriye penagehek ne tenê ji bo pêkhateyên xwe yên resen, lê herwiha ji bo gelek kesên ku ji ber şer û tundiyê ji deverên din ên Iraqê û welatên cîran koçber bûne.