Serok Barzanî ji şanda Dêra Rûsî re: Pêkvejiyan li Kurdistanê çandeke dîrokî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 30ê Îlonê pêşwazî li şandeke Dêra Ortodoks a Rûsî bi serokatiya Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Dêrê Metran Antonî pêk dihat.

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin jî amade bû, şanda Dêra Ortodoks a Rûsî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Kurdistanê anî ziman û spasiya rola Serok Barzanî di kûrkirina çanda pêkvejiyanê de kir. 

Şandê Herwiha pesnê aştî û hemahengiya di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên li Kurdistanê de da û tekez kir ku ew bi girîngiyeke mezin li Herêma Kurdistanê dinêrin, ku weke herêmeke xwedî baweriyeke kûr bi pêkvejiyanê ye. 

Herwiha şanda mêvan daxwaza xwe ya ji bo berdewamî û pêşxistina pêwendiyan ligel hemû navendên olî yên Kurdistanê anî ziman.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mêvan kir û tekezî li ser pêwendî û dostaniya dîrokî ya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Rûsyayê de kir. 

Serok Barzanî behsa çend mînakên dîrokî yên dilsozî û hevgirtina pêkhateyên Kurdistanê di demên dijwar de kir û amaje bi wê yekê kir ku gelê Kurdistanê ji dil û bi baweriyeke tam, bi lihevhatin û pêkvejiyanê bawer e.

Serok Barzanî di dawiyê de got: "Ev yek bûye çandeke bihêz ku rehên wê di dîrokê de ne û dê ji bo nifşên paşerojê jî bimîne."

 
Fly Erbil Advertisment