Bi serperiştiya Serok Barzanî civîna PDK û YNKê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî, îro 30î Îlonê civîneke di navbera şandên payebilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de li Hewlêrê dest pê kir.
Li gorî zanyariyan, ji aliyê PDKê ve Cîgirên Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, ji aliyê YNKê ve jî Serokê YNKê Bafil Talebanî û Berpirsê Mekteba Sekreteriya Mam Celal, Qubad Talebanî di civînê de beşdar in. Herwiha hejmarek endamên polîtburoyên herdu partiyan jî di civînê de amade ne.
Tê çaverêkirin ku di civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û bi taybetî mijara pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêmê bên gotûbêjkirin.
Ev civîna lûtkeyê di demekê de tê lidarxistin ku roja Şemiyê, 27ê Îlonê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê YNKê Bafil Talebanî kiribû.