Parkek û heşt baxçeyên nû li Dihokê tên çêkirin

Dihok
Dihok

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaredariya Dihokê bizavên xwe ji bo zêdekirina rêjeya keskkatiyê zêde kirine û bi armanca gihîştina standardên navneteweyî li ser çend projeyên nû dixebite.

Berdevkê Ragihandina Serokatiya Şaredariya Dihokê Şêrwan Hesen îro (Sêşem, 30ê Îlona 2025ê) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Çakdar Cemal re ragihand, “Niha kar li ser çêkirina heşt parkên nû tê kirin, ku pênc ji wan li rojhilat û sê ji wan jî li rojavayê bajarî ne. Herwesa parkeke nû li ser rûberê 11 hezar metrên ducarkî jî tê çêkirin.”

Li gorî amaran, rêjeya keskatiyê li bajarê Dihokê gihîştiye 15%. Bi temamkirina projeyên stratejîk ên wekî Parka Aluka, ku rûberê wê 1 mîlyon û 575 hezar metrên ducarkî ye, tê payîn ku rêjeya keskatiyê li wî bajarî bi awayekî berçav zêde bibe û bigihîje nêzîkî 20%.

Yek ji projeyên herî girîng plana keskkirina çiyayên derdora Dihokê ye, wekî çiyayê Zawa û çiyayê Spî. Bicîhanîna vê projeyê ne tenê dê sîmayekî xweşiktir bide wî bajarî, lê dê bandorek berçav li ser baştirkirina keşûhewayê û paqijkirina hewayî hebe.

Şaredariya Dihokê girîngiyê bi pêşniyarên ciwanan û dîzaynên nû jî dide. Di vê çarçoveyê de û wekî rêzgirtinek ji bo xebata ciwanan, pêlikên taxa Zozanê ya kevin bi awayekî hunerî hatine rengînkirin. Herwesa ji bo Pira Şoreşê ya li nav bajarê Dihokê jî dîzaynek hatiye bicîhanîn, ku ji hêla ciwanekî ve bi rêya karanîna Jîriya Çêkirî hatiye pêşniyarkirin.

Ji bilî projeyên keskatiyê, Şaredarî herwesa li ser nûjenkirina rêyên peyayan, dabînkirina elektrîka 24 saetî, ronîkirina cadeyan û çêkirina rêyên taybet ji bo koran dixebite. Herwesa plana çandina 1000 darên din li navenda bajarî jî tê bicîhanîn.

 
Fly Erbil Advertisment