Pentagon: Me dest bi kêmkirina leşkerên xwe li Iraqê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, wan dest bi kêmkirina hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê kiriye û ev pêngav weke "serkeftineke hevpar" di şerê li dijî DAIŞê de binav kir.

Pentagonê hejmara leşkerên ku dê bên vekişandin û yên ku dê li Iraqê bimînin, eşkere nekir.

Berdevkê Pentagonê Sean Parnell derbarê mijarê de got: "Li gorî rênimayiyên Serokê Amerîkayê û bi hemahengiya karên Komîsyona Bilind a Leşkerî ya Amerîka-Iraqê, daxuyaniyeke hevpar di 27ê Îlona 2024an de hatibû belavkirin ku Amerîka û hevpeymanên wê dê erkên xwe yên leşkerî li Iraqê kêm bikin."

Parnell herwiha amaje bi wê yekê kir, ev kêmkirin nîşana serkeftina hevpar a li dijî DAIŞê ye û got: "Ev di heman demê de pêngavek e ber bi hevkariyeke ewlehiyê ya berdewam di navbera Amerîka û Iraqê de, ku li gorî berjewendiyên Amerîkayê, destûra Iraqê û Rêkeftina Çarçoveya Stratejîk a Amerîka-Iraqê ye."

Berdevkê Pentagonê di dawiyê de tekez kir, ev hevkarî dê piştgiriyê bide ewlehiya her du welatan û şiyana Iraqê ya ji bo pêşxistina aboriyê, kişandina sermayedariya biyanî û wergirtina roleke serekî li herêmê bilind bike. 

Parnell got: "Hikûmeta Amerîkayê dê ji bo misogerkirina veguhastineke birêkûpêk, hevahengiya xwe bi hikûmeta Iraqê û hevpeymanan re bidomîne."

 
 
Fly Erbil Advertisment