Kurtulmuş li ser hevdîtina Komîsyonê û Ocalan û itîrafkirina bi zimanê Kurdî bersiva PKKê dide

Numan Kurtulmuş
Numan Kurtulmuş

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Parlementoya Tirkiyeyê tekîd kir, "Heta ku PKK û şaxên wê çekan nedeynin, em dê reforma qanûnî nekin.” Tekez jî kir, “Ji bilî zimanê Tirkî, em dê ti zimanekî din wekî zimanê fermî qebûl nekin.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser pêvajoya nû ya aştiyê axivî û ragihand, “Qonaxa qanûnî ya pêvajoya aştiyê wê demê dest pê dike ku, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi hemî pêkhateyên wê ve, tevî yên ku li Sûriyeyê ne jî, çekên xwe deynin. Di dû re em dê hin reformên qanûnî yên taybetî yên pêvajoyê bidin destpêkirin.”

Kurtulmuş amaje jî da, “Piştî ku PKK bi tevahî hilweşiya, em dê rêkxistina qanûnî ji bo wan endaman bikin ên ku destên wan di nav tawanan de nînin. Lê rewşa kesên ku destên wan di nav tawanan de ne, dê piçek aloztir be.”

Navbirî ron jî kir, “Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan bi rêya şandeke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) û parêzerên xwe nêrînên xwe pêşkêş dike, lê hîn jî civîna Komîsyona Parlementoyê bi wî re di bernameya de nîne. Ger ew bikeve nav bernameya jî, divê ji hêla piraniya endamên komîsyonê ve bê pejirandina, hingê ew dikarin bi Ocalan re bicivin.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê tekez jî kir ku, heta ne mimkûn e ku li ser qebûlkirina zimanekî wekî zimanê fermî ji bilî zimanê Tirkî nîqaş bê kirin û ew pêvajo ti mijara fermîkirina zimanekî din li Tirkiyeyê venagire.

Werzê nû yê danana qanûnan ê Parlementoya Tirkiyeyê îro (Çarşem, 1ê Cotmeha 2025ê) piştî derbazbûna du mehan ji bêhnvedana wê dest pê dike. Herwesa pêvajoya aştiyê li wî welatî jî îro salek derbaz kir.

 
Fly Erbil Advertisment