Ji bo xurtkirina pêwendiyên berevaniyê, şandeke leşkerî ya Sûriyeyê serdana Moskoyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke fermî ya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê bi serokatiya Serokerkanê Artêşa Sûriyeyê Elî Neisan, îro 2ê Cotmeha 2025an, gihîşt Moskowê û ji aliyê Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê, Yûnis Bek Yevkûrov ve hat pêşwazîkirin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê derbarê serdanê de daxuyaniyek da û ragihand, armanca sereke "pêşxistina mekanîzmayên hevkariya leşkerî û xurtkirina hemahengiya di navbera her du welatan de ye."
Ev serdan di çarçoveya ji nû ve danîna pêwendiyên berevaniyê yên di navbera Şam û Moskoyê de, piştî guhertinên siyasî yên dawî û hilweşîna rejîma Beşar Esed pêk tê. Li gorî agahiyan, Mosko û hikûmeta nû ya Sûriyeyê hemfikir in ku pêwendiyên leşkerî ji nû ve bên dariştin, bi awayekî ku hebûna Rûsyayê li baregehên leşkerî yên Sûriyeyê û rola wê ya berdewam di hevkêşeya ewlehiya herêmê de misoger bike.
Li gorî çavdêran, ev pêngav hewldanek e ji bo damezrandina çarçoveyeke nû ya hevkariya berevaniyê. Ev yek di heman demê de giringîdayîna bi ji nû ve avakirina sazûmanên leşkerî yên Sûriyeyê û pêşxistina hemahengiya operasyonî ya bi hêzên Rûsyayê re jî di xwe de dihewîne.
Ev ne yekemîn serdana payebilind e di vê heyamê de. Di dawiya meha Tîrmeha borî de, şandeke bilind a Sûriyeyê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî û Wezîrê Berevaniyê Merhef Ebû Qesra serdana Rûsyayê kiribû û rêzek hevdîtin û gotûbêjên berfireh bi berpirs û serkirdeyên Rûsyayê re pêk anîbûn.