Kurtulmuş: Komîsyon gihîştiye qonaxa dawî ya guhdarîkirinê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoyê gihîştiye qonaxa dawî ya pêvajoya guhdarîkirina aliyên peywendîdar.

Numan Kurtulmuş, di 13emîn civîna Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoyê de axivî û da zanîn, êdî ew di komîsyonê de digihîjin qonaxa dawiyê ya guhdarîkirina aliyan. Kurtulmuş hêviya xwe anî ziman ku di demek herî nêz de, tevahiya pêşniyarên ku ji bo qonaxa dahatû ya pêvajoya aştiyê pêwîst in, bi rêya raporekê pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bikin da ku kar li ser were kirin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê, Numan Kurtulmuş di axaftina xwe de wiha got: "Di xula nû ya yasadanînê de karên girîng hene ku divê em bi serkeftî bi encam bînin. Em hêvîdar in ku encam di berjewendiya gelê me de bin. Çawa ku komîsyonê heta civîna xwe ya 13emîn bi dilekî fireh guh da nêrînên cuda, em hêvî dikin ku ev helwest bi heman awayî di nav karên parlamentoyê de jî reng vede. Êdî em digihîjin qonaxa dawî ya guhdarîkirina aliyan û em hêvî dikin ku di demeke nêz de, wan nêrînên ku me di komîsyonê de guhdarî kirine û tevahiya pêşniyarên xwe yên ku ji bo qonaxa dahatû ya pêvajoyê pêwîst in, temam bikin û bi rêya raporekê bigihînin Lijneya Giştî da ku kar li ser bike."

Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê, ya ku taybet ji bo pêvajoya aştiyê hatiye damezrandin, îro di 13emîn civîna xwe de, guh dide nêrîn û pêşniyarên hejmarek parêzer, mafnas, yasasnas û rêxistinên yasayî. Li gorî rojeva civînê, di rûniştina yekem de komîsyon dê guh bide nêrînên çend komeleyên yasayî, di nav wan de: Komeleya Mafnasan, Komeleya Mafnasên ji bo Azadiyê, Komeleya Parêzerên Sosyal Demokrat û Komeleya Lêkolînên Yasayî. Di rûniştina duyem a civînê de jî, komîsyon dê guh bide nêrîn û pêşniyarên hejmarek pispor û şarezayên warê yasayê.

 
Fly Erbil Advertisment