Sê park li Soranê tên çêkirin

Soran
Soran

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere dike ku, sê park û sîstemeke avdêriyê li bajarê Soranê bi rêjeya 15% ya dahata Serokatiya Şaredariya Soranê tên çêkirin.

Li gorî ragihandineke Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê bi rêjeya 15% ya dahata Serokatiya Şaredariya Soranê xerckirina çar gojimên cuda cuda ji bo çêkirina sê parkan û sîstemeke avdêriyê li bajarê Soranê pejirandiye, ku ew herçar gojim dibin 275.330.250 dînar."

Wezareta navbirî herwesa ragihandiye, “75.586.750 dînar ji bo çêkirina parkekê li taxa Korekê, 82.758.500 dînar ji bo çêkirina parkekê li taxa Serûçaweyê, 76.718.000 dînar ji bo çêkirina parkekê li taxa Qendîlê û 40.267.000 dînar jî ji bo bicihanîna projeya danana sîstema avdêriyê li çend cihan li navenda bajarê Soranê hatine dayîn û dest bi bicihanîna projeyan tê kirin."

Birêvebirê Giştî yê Geştiyariyê yê Birêvebiriya Serbixwe ya Soranê Feysel Sadiq li roja 3ê Îlona 2025ê ji malpera Kurdistan24ê re ragihandibû, "Hejmareke projeyên têkildarî sektora geştiyariyê li Birêvebiriya Serbixwe ya Soranê tê bicihanîn, ya herî girîng jî plana sereke ya geştiyariyê li Geliyê Elî Begê û Havîngeha Bêxalê tevî Çiyayê Babpştiyanê ye."

Birêvebirê Geştiyariyê yê Soranê amaje jî dabû, “Xebata li Kornîşê Kawlokanê jî yek ji xebatên girêdayî sektora geştiyariyê ye, lê ev proje di qonaxa destpêkê de ye û xebat hîn jî tê de berdewam e. Bi temambûna wê, hejmara geştiyarên ku serdana wê deverê dikin dê zêde bibe.”

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment