Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata hunermend Silêman Şakir re xwest

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 2ê Cotmeha 2025ê) sersaxî ji malbata hunermend Silêman Şakir re xwast û got ku, ew hunermendekê welatparêz bû û gelek xizmeta hunera şêwekariyê kiriye.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên rêzdar ên hunermendê şêwekar ê navdar ê Kurdistanê Silêman Şakir re dixwazim û ez hevparê xema wan im.

Mamosta Silêman Şakir hunermendekê welatparêz bû, gelek xizmeta hunera şêwekarî kiriye û di vî warî de rolekê berçav hebû.

Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bi malbat û dost û hevalên wî bide.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

02ê Cotmeha 2025ê

 
Fly Erbil Advertisment