Amedspor Kongreya Awarte li dar dixe

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Amedsporê ve bo raya giştî hat ragihandin ku, biryara Kongreya Awarte hatiye standin, ku li gorî biryarê ew kongre dê li roja 18ê Cotmehê bê lidarxistin.

Piştî ku Amedsporê dawî li karê Rahênerê xwe Mehmet Altiparmak anî, vê carê jî bi civîneke lezgîn biryara Kongreya Awarte stand.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji ber lêpirsîneke berê di derheqa Serokê Amedsporê Burç Baysal de hatiye vekirin, mafê hilbijartinê yê Burç Baysal hatiye rawestandin û wî jî di dema pêdivî de serîlêdan nekiriye û ji aliyê hiqûqî ve jî seroktiya wî betal dibe.

Ji ber vê yekê jî Amedsporê bi lez û bez bo dîrokeke nêz biryara kongreye standiye. Ji ber vê rewşê jî Burç Baysal nikare bibe namzet û hîn jî nediyare dê ji bo Serokatiya Amedsporê kî bê destnîşankirin.

 
Fly Erbil Advertisment