Li Hewlêrê agirekî mezin bi benzînxaneyekê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Agirekî mezin li benzînxaneyeke li taxa Fermanberan a Hewlêrê ket, ku di encamê de ziyaneke mezin a madî çêbû û çend kes bi sivikî birîndar bûn.

Peyamnêrê Kurdistan24, Ehmed Ebdulsemed, ragihand ku tîmên Berevaniya Şaristanî û Asayîşê demildest gihiştin cihê bûyerê û piştî hewldaneke zêde, karîn agir bixin bin kontrola xwe. Li gorî zanyariyên destpêkê, karmendên benzînxaneyê saxlem in, lê çend kes bi sivikî birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku hêza agir ewqasî mezin bûye ku zirar gihandiye qadeke bi qasî 500 metrî li derdora xwe. Di dîmenên vîdyoyê de tê dîtin ku otomobîleke bi temamî şewitî ye û tekerên wê heliyane, ku ev yek nîşana pileya germê ya bilind a agir e.

Herwiha hat gotin ku tîmên lêkolînê mijûlî amadekirina rapora xwe ne ji bo ku sedema sereke ya derketina şewatê diyar bikin. Ji ber ku cihê bûyerê taybet bû ji bo firotina benzîn û sotemeniyê, ev yek bû sedema belavbûna bilez a agir.

Welatiyekî ku mala wî nêzîkî cihê bûyerê ye, ragihand: "Mala me nêzîkî kîlometreyekê ji wê benzînxaneyê dûr e, lê bi dengê teqîneke bihêz ez ji xew rabûm." Wî welatiyî herwiha got, "Camên gelek malên taxa me şikestine."

Biryar e di demeke nêz de, Berevaniya Şaristanî di konferanseke rojnamevanî de hûrgiliyên zêdetir derbarê bûyerê û sedemên wê de eşkere bike.

 
Fly Erbil Advertisment