Bi amadebûna Mesrûr Barzanî TEDx Nishtiman tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çalakiya heştê ya TEDx Nishtiman îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) li Hewlêrê tê lidarxistin.
Dirûşma îsal a TEDx Nishtimanê 'Pêla Paşerojê' ye, îsal gelek çalakiyên cuda cuda vedigire û girîngiyeke zêde bi mijara Jîriya Destçêkirî hatiye dan.
Çalakiya navneteweyî ya TEDx Nishtimanê, ku ji hêla Kurdistan24ê ve tê sponsorkirin, bi tevlîbûna hezar û 500 kesan û 10 axiftinkerên navxweyî li ser warên cuda cuda tê lidarxistin.