Mesrûr Barzanî: Ez spasiya mamostayên Kurdistanê dikim ku nifşên me perwerde dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Cîhanî ya Mamostayan li mamostayên Kurdistanê pîroz dike û spasiya wan dike ku, erkê xwe yê pîroz berdewam dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) di postekî de li ser tora civakî ya Xê Roja Cîhanî ya Mamostayan li “mamostayên xweşevî yên Kurdistanê” pîroz kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya mamostayan kir "ji ber berdewamiya erkê wan ê pîroz û perwerdekirina nifşên me."
ڕۆژی جیهانیی مامۆستایان لە مامۆستایانی خوشەویستی کوردستان پیرۆز بێت.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) October 5, 2025
سوپاسیان دەکەم بۆ درێژەدان بە ئەرکە پیرۆزەکەیان و پێگەیاندنی نەوەکانمان. pic.twitter.com/STEekdQYTY
Pêştir jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî li roja 21ê Îlona 2025ê di gotarekê de ji bo sala nû ya xwandinê 2025-2026ê amaje da rola mamostayan û got, "Ez gelek spasiya mamostayên qedirgiran dikim, ku tevî hemî astengî û nexweşî û nebûna mûçeyan li ser karê xwe berdewam bûn.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Van mamostayên Kurdperwer, welatparêz û dilsoz qet nehişt ku perwerde raweste an jî xwendekar ji perwerdeyê bêpar bimînin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî dubare jî kir, “Ez gelek destxsweşiyê li wan mamostayan dikim, bi rastî mînakên xelkê dilsoz û welatparêz in, ew mamosta ne ku tevî hemî nexweşiyan her berdewam bûne.”
Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê, zêdetirî 148 hezar mamostayên damezrandî û girêbest û zêdetirî 33 hezar fermanberan pêvajoya xwendinê ya îsal li Herêma Kurdistanê birêve bibin.