Mesrûr Barzanî: Ciwanên me hêvî û paşeroja welatê me ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî “TEDx Nishtiman”ê bû û ragihand, ““Ciwan hêvî û paşeroja welatê me ne.” herwesa got, ““Bi xweragiriya vî gelê xweşevî û bi bêhnfirehiya hemiyan, me karî rûbirûyî wan hemî zehmetiyan bibin p;ngavan ber bi paşerojeke geştir ve biavêjin.”
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çalakiya heştê ya “TEDx Nishtiman”ê îro (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) li Hewlêrê tê lidarxistin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li nav çalakiya heştê ya TEDx Nishtimanê gotarekê pêşkêş kir û tê de ragihand, “Ciwan hêvî û paşeroja welatê me ne. Ez destxsweşiyê li rêkxistinkerên TEDx Nishtimanê dikim û hêvîdar im her tim serkeftî bin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ev cara gelekê ye ku ew vê çalakiyê li dar dixin. Ew tiştekî wesa dikin ku, hem ciwanan zêdetir bawerî bi xwe hebe û hem jî em ji şiyanên ciwanên xwe zêdetir haydar bibin. Ez destxsweşiyê li we dikim. Hêvîdar im her tim serkeftî bin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bang li ciwanên Herêma Kurdistanê kir, “Divê hûn ji her tiştî zêdetir ji welatê xwe hez bikin. Berî ku ez bêm vê derê, du ciwanan ez rawestandim û ji min pirsî, "Ger hûn du şîretan bidin me, ew dê çi bin? Şîreta min a yekê ew bû ku, ji welatê xwe hez bikin. Ya duyê jî ew bû ku, bawerî bi xwe hebe.”
Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Ger em li welatên pêşketî yên cîhanê binêrin, çi kesek nehatiye ku welatê wan jê re ava bike; belkî ew şiyanên ciwanên wan bûn ku welatê wan roj bi roj ber bi pêş ve bir. Em ji wan welatan qet kêmtir nînin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Hêzeke din a xerîb her tim bizav kiriye ku ciwanên me bêhêvî bike, berê wan bide derveyê welatî, baweriya wan bi welatê wan nemîne, çi hezkirin ji bo vê axê nemîne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Bersiva me ji bo hemî wan kesên ku dixwazin ciwanan û welatî ji hev veqetînin ev e ku, ciwanên me ji her kesî zêdetir qîmeta vê axê dizanin, ji ber ku ew dizanin ku bihost bihost ev ax cihê xwîna şehîdên me ye û bihost bihost ev ax pîroz e.”