MSD: Hilbijartinên Hikûmeta Veguhêz şanoyeke siyasî ye û parçebûnê kûrtir dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hilbijartinên "Meclisa Gel a Sûriyeyê" yên hikûmeta veguhêz weke "şanoyeke siyasî" binav kir û ragihand, ew ne îradeya gelê Sûriyeyê nîşan dide, ne jî nûnertiya hemû pêkhateyan dike.
MSDê îro 6ê Cotmehê daxuyaniyek derbarê hilbijartinên "Meclisa Gel a Sûriyeyê" de belav kir û ev hilbijartin weke gaveke ku ne layîqî dîroka Sûriyeyê û fedekariyên gelê wê ye nirxand û got: "Ev hilbijartin ne layîqî dîroka resen a Sûriyeyê ye, ne jî layîqî fedekariyên gelê wê ye ku ji bo avakirina Sûriyeyeke li ser esasê demokrasî, azadî û hevbeşiya rastîn têdikoşe."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev hilbijartinên "şiklî" ne û li şûna ku bibin gavek ber bi yekîtiya niştimanî ve, parçebûna di nava civaka Sûriyeyê de kûrtir dikin.
"Gelê Sûriyeyê Hilbijartinên Rastîn Dixwaze"
MSDê bal kişand ser daxwaza rastîn a gelê Sûriyeyê got: "Sûriyeyî hilbijartinên rastîn dixwazin ku îradeya wan nîşan bidin û hemûyan temsîl bikin; ji ber ku ev mafekî neteweyî ye ku nayê paşguhkirin an dest jê nayê berdan. Ev daxwaz stûneke bingehîn e di pêvajoya avakirina dewleteke yekgirtî û demokratîk de, ya ku li ser bingeha edalet, hemwelatîbûn û wekheviyê ji bo hemû Sûriyan ava dibe."
Di dawiya daxuyaniyê de, MSDê şertên hilbijartineke rewa destnîşan kir û ragihand, hilbijartinên ku tevahiya Sûriyeyiyên li hundir û derveyî welat li xwe negire û di bin çavdêriya navneteweyî de neyên kirin, ne rewa ne.
Hilbijartin li Sê Parêzgehan Hatin Paşxistin
Ev rexneyên MSDê di demekê de tên ku Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinan, Newar Necme, berî niha di 23ê Tebaxa 2025an de ji ajansa fermî SANA re ragihandibû, ji ber pevçûnên dawî û ji bo misogerkirina hilbijartineke dadperwer, proseya hilbijartinê li parêzgeha Siweydayê, ku piraniya şêniyên wê Durzî ne û herwiha li parêzgehên Reqa û Hesekê, dê heta demeke nediyar were paşxistin.
Necme tekez kiribû ku kursiyên van sê parêzgehan dê li gorî yasayê parastî bimînin heta ku merc ji bo lidarxistina hilbijartinan guncaw bibin. Wî herwiha destnîşan kiribû ku proseya hilbijartinê dê tenê li wan navçeyên ku di bin kontrola hikûmetê de ne, birêve biçe.
Ev biryar tenê çend rojan piştî wê yekê hatibû ku Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera, di 20ê Tebaxê de, bi fermana hejmar 143 sîstema nû ya demkî ya hilbijartinan pesend kiribû. Li gorî sîstema nû, Encûmena Gel dê ji 210 endaman pêk were.
Piştî rûxandina desthilata Beşar Esed di Berçileya 2024an de, desthilata nû ya bi serokatiya Ehmed Şera, parlamentoya serdema Esed hilweşand û destûreke demkî ji bo qonaxeke veguhêz a pênc-salî pesend kir. Lê belê, ev destûra demkî rastî rexneyan tê, ji ber ku tê gotin desthilatên Şera zêde dike û pirrengiya neteweyî û olî ya Sûriyeyê bi têra xwe nîşan nade.