Ebdo Hebeş: Aloziyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê planek e ji bo zextê li HSDê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Partî) Ebdulrehman Hebeş ragihand, şer û aloziyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ne bûyereke ji rêzê ye, lê beşek e ji senaryoyeke berfirehtir ku "destên derve" tê de hene û armanca wê zexta li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e.
Ebdulrehman Hebeş îro 7ê Cotmehê derbarê pevçûn û aloziyên li taxên Kurdan ên Helebê de, ji K24ê re da zanîn, ev şer "metirsiyeke mezin li ser gelê me yê Kurd" li wan taxan çêdike û encama rojeva siyasî ye ku ne di berjewendiya Kurdan de ye.
Hebeş tekez kir ku ev alozî ne tenê li Helebê diqewime, lê zincîreyek e ji bûyerên ku piştî rêkeftina 10ê Adarê li herêmên cuda rû dane. Wî ev bûyer wek delîl nîşan dan: "Divê em li bûyeran vegerin; şerê li bendava Tişrînê, şerê li Dêra Hafirê, şerê li bakurê Dêrezorê... Ev hemû ji nakokiyên piştî rêkeftina 10ê Adarê derketine û niha bi vî rengî li Helebê xwe nîşan didin."
Li gorî Hebeş, li pişt van hemû bûyeran "destên derve di Sûriyeyê de hene" û senaryoyek hatiye amadekirin, da ku zextekê li ser Rêveberiya Xweser û HSDê çêbikin û wan neçarî hin tawîzan bikin.
Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê rexne li hikûmeta Şamê jî girt û got, bingeha lihevkirinên bi rejîmê re "sist" e û wiha axivî: "Rejîma Sûriyeyê piştî ku li qada siyasî û dîplomatîk têk çû, niha hewl dide bi rêya zextên leşkerî û çêkirina fitneyan li navbera pêkhateyan, armancên xwe bicih bîne."
Hebeş anî ziman ku hikûmeta Şamê ne amade ye mafên ti pêkhateyekê, ne yên Kurdan, ne yên Durizî û ne jî yên Elewiyan qebûl bike û xwedî "hizreke navendî" ye ku tenê desthilatê ji bo xwe dixwaze.
Di dawiya axaftina xwe de, Ebdulrehman Hebeş bang kir ku divê hemû alî dest ji rêbazên leşkerî berdin û berê xwe bidin diyalogê. Herwiha got: "Divê Ehmed Şerî guhdariya xelkê Sûriyeyê bike. Çareserî ne bi çek, ne bi gefan û ne jî bi zextên ewlehiyê çêdibe. Divê pirsgirêk bi diyalogeke siyasî ya aştiyane were çareserkirin."