Mesrûr Barzanî di vekirina Pêşangeha HITEXê de: Em ê her piştgiriyê bidin ciwanên dahêner

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê HITEX vekir û di daxuyaniyekê de piştrast kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi awayekî berdewam piştgiriya ciwanên dahêner û projeyên biçûk bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 7ê Cotmeha 2025an pêşangeha HITEX vekir. Di daxuyaniyekê de ji bo dezgehên ragihandinê, Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ew ev çend sal in beşdarî pêşangehê dibe û got, "Ez her sal dibînim ku pêşketineke zêdetir heye."
Mesrûr Barzanî pesnê şiyan û karîna ciwanên Kurdistanê da û got: "Gelek kesên pispor û şareza li Kurdistanê derketine holê. Ciwanên me karîne hem dahênanan bikin, hem jî bibin beşek ji vê pêşketina teknolojîk a ku li seranserê cîhanê diqewime."
Li ser pirsa ka hikûmet çawa piştgiriya ciwanên xwedî projeyên biçûk dike, Serokwezîr Barzanî piştrast kir: "Hikûmet piştgir e û alîkariya hemû karsaz û dahênerên ku dixwazin bi xwe kar bikin, dike. Bêguman, em ê li ser vê piştgiriyê berdewam bin."
Serokwezîr herwiha geşbîniya xwe derbarê paşeroja Herêma Kurdistanê anî ziman û got: "Ev cihê kêfxweşiyê ye û hêviya min gelek e ku Kurdistan dê xwedî paşerojeke geştir be."