DEM Partî Banga Bahçelî ya ji bo serdana Îmraliyê bi erênî pêşwazî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên derbarê destpêkirina "pêvajoyeke nû" de, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî ragihand, ew pêşniyara Bahçelî ya derbarê çûyîna komîsyonekê bo Îmraliyê de "gelek girîng" dibînin û ev yek ji bo derbasbûna qonaxeke nû pêngaveke erênî ye.
Piştî axaftina Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku tê de behsa "jidayîkbûneke pîroz" û amadekirina "nexşerêyekê" kiribû, yekem bertek ji DEM Partiyê hat.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî îro 7ê Cotmehê di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser gotinên Bahçelî yên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de û wiha got: "Bahçelî îro got, komîsyon dikare biçe Îmraliyê û bi navê civaka Tirkiyeyê çi pirsan dixwazin bila jê bikin û ji raya giştî re parve bikin. Em tevlî vê nêrînê dibin."
Hatîmogullarî tekez kir, ev pêngav ji bo pêşeroja pêvajoyê giring e û wiha domand: "Divê komîsyon tekez biçe Îmraliyê û wek danûstandkar li gel birêz Abdullah Ocalan bicive. Ev yek ji bo derbasbûna qonaxeke nû gelek girîng e."
Derbarê banga ku ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re were kirin jî, Hatîmogullarî got, ew nikarin li ser navê kesî biryarê bidin û got: "Bila komîsyon biçe û li gel Ocalan bicive û nêrîna wî bigire."
Bahçelî çi gotibû?
Ev daxuyanî piştî axaftina Devlet Bahçelî ya di civîna partiya xwe de hat. Bahçelî di axaftina xwe de gotibû: "Tirkiye hatiye ber qonaxa jidayîkbûneke pîroz. Pêwîst e ji bo sererastkirinên yasayî û siyasî, bingeha danûstandinan û nexşerêyek were amadekirin."
Bahçelî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kiribû ku armanca wan "Tirkiyeyeke bê teror" e û gotibû: "Pêwendiya birayên me yên Kurd bi terorê re nîne. Eger siyaset tê xwestin, wê demê divê hemû çek werin şewitandin."