Mesrûr Barzanî: Em amade ne bo dabînkirina elektrîka 24 saetî alîkariya Iraqê bikin

Mesrûr Barzanî û Emar Hekîm
Mesrûr Barzanî û Emar Hekîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî ya Iraqê kir û pê re danûstandin li ser çendên mijarên girîng kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 7ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî ya Iraqê Emar Hekîm kir.

Mijara sereke ya wê civînê girêdayî girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bû. Di vî warî de, amaje bi peymana sêalî ya vê dawiyê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hat dan û herdu alî hevnerîn bûn ku, divê ev peyman ji bo lihevkirina li ser derxistina qanûna petrol û gazê bibe destpêkek.

Reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda cuda de jî, bi taybetî projeya Ronakiyê, dabînkirina elektrîka berdewam, aktîvkirina sîstema bankê û projeya Hejmara Min, mijarên pareke din a nîqaşan bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina hikûmeta federal di warê dabînkirina elektrîkê de, wergirtina feydeyî ji ezmûna serketî ya projeya Ronakiyê, reformkirina di sîstema bankê û dîjîtalkirina xizmetên giştî de anî ziman.

Herwesa li ser hilbijartinên Encûmena Nûnerên Îraqê jî nîqaş hatin kirin û herdu aliyan hêvî kirin ku, ew bibe destpêka qonaxeke nû ya hevfêmkirin û çareserkirina pirsgirêkan û parastina mafên hemî civakan.

 
Fly Erbil Advertisment